Li Rojhilatê Kurdistanê pêketiyên koronayê 26 hezaran derbas kir

12 June 2020 18:48 0 dîtin
Li Rojhilatê Kurdistanê pêketiyên koronayê 26 hezaran derbas kir

PeyamaKurd - Li Rojhilatê Kurdistanê belavbûna vîrusa kornoyê gihîştiye asteke metirsîdar ku her diçe zêdetir dibe.

Li gorî amarên dawî, di nav du heftiyên dawî de hejmara tûşbûnê û mirinên ji nexweşiya koronayê li wekî Başûrê Kurdistanê li Rojhilatê Kurdistanê jî zêde dibin.

Li Rojhilatê Kurdistanê li herdu parêzgehên Urmiyê û Kirmaşanê hejmara tûşbûna bi vîrusa koronayê di demên dawî de gelekî zêde bûye ku li gorî amarên fermî yên hikûmeta Îranê, heta niha li 5 parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê zêdetirî 26 hezar kes bi koronayê ketine û 849 kesan bi wê nexweşiyê can daye.