Li Rojhilatê Kurdistanê 40 hezar kes bi koronayê ketine
PeyamaKurd – Li gorî amaran heta niha nêzîkî 40 hezar kes li parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê bi vîrûsa koronayê ketine û bi qasî 2 hezar û 500 kes jî bi wê nexweşiyê mirine.
Her çiqas li gorî amarên dawî 3 roj in rêjeya pêketiyên koronayê li Rojhilatê Kurdistanê kêm bûye, berpirsên tenduristiyê hişyariyê didin tedbîran ji dest bernedin ji ber ku metirsiya pêla duyem heye.
Li gorî zanyariyên dawî tenê li parêzgeha Urmiyê heta niha 824 kesan ji koronayê can daye.
Serokê Zanîngeha Bijîşkî ya Urmiyê Cewad Aqazade ragihand, heta niha jî Urmiye di hêla sor a metirsîdar de ye û hişyariya belavbûna zêdetir a vîrûsê da.
Serokê Zanîngeha Bijîşkî ya Sine Ferzîn Rizayî jî daye xuyakirin, kêmbûna hejmara pêketiyan di du yan sê rojan de, nayê wateya ku rewş di bin kontrolê de ye û ev hişyarî da; her kombûnek dikare wek teqînekê be û li her cihekî maskan bi kar bînin û xwe ji hev dûr bigirin.
Herwiha Wezareta Tendurustiya Îranê jî biryar daye ku kesên maskeyan bikar neyînin werin cezakirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin