Rojava | HSDê atomobîla bombekirî ya DAISê berî bê teqandin bêbandor kir
PeyamaKurd - Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) îro 23yê Kanûnê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li bajarokê Deşîşe yê gundewarê Hesekê otomobîleke bombebarkirî ya DAIŞê pûç kirin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk li ser bêbandorkirina otomobîla bombebarkirî ragihand: “Di 22yê Kanûnê de yekîneyên taybet ên HSDê erebeyeke bombebarkirî ya çekdarên DAIŞê li bajarokê Deşîşe bêbandor kir ku şaneyên veşartî yên terorîst hewl didan wê bigihînin Hesekê û li wir biteqînin.”
HSDê diyar kir, yekîneyên wan gelek hewldanên terorîst ên DAIŞê li Hesekê û yên Ebû Xeşeb li Reqayê têk birine wiha got:
“Hemwextî êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çekdarên DAIŞê van hewldanan dikin. Lê hêzên me amade ne, li hember wan êrîşan bisekinin û gelê xwe ji hemû xeteriyan biparêzin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin