HSDê li Rojavayê Kurdistanê 9 endamên DAISê girt

06 March 2021 17:59 0 dîtin
HSDê li Rojavayê Kurdistanê 9 endamên DAISê girt

PeyamaKurd – Bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî, tîmên taybet ên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li çend navçeyên Rojavayê Kurdistanê 9 endamên DAIŞê girtin.

Li gor çavkaniyên xwecihî, di çend rojên borî de, tîmên taybet ên HSDê, bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî li çend navçeyên Rêveberiya Xweser wek Reqa, Dêrezorê, Kobanî û gundewarê Hesekê, 9 endamên DAIŞê girtin, ku 5 ji wan endamên DAIŞê tenê li Reqayê bûne, herwiha 2 li gundewarê Hesekê û 1 li rojavayê Kobanî û yek li Dêrezorê bûne.

Hêjayî bibîrxistinê ye, di her du mehên Çile û Sibata îsal de, DAIŞê 66 êrîş li Rojavayê Kurdistanê li dijî HSD û sivîlan pêk anîne û di encamê de, 50 kes bûne qurbanî.