Li Rojavayê Kurdistanê 900 endamên DAISê tên dadgehkirin
PeyamaKurd – Di demeke nêzîk de, li Rojavayê Kurdistanê wê 900 çekdarên DAIŞê yên Sûriyê, li dadgeha Rêveberiya Xweser werin dadgehkirin.
Dadgehkirina endamên DAIŞê, piştî belavbûna vîrûsa Koronayê hatibû rawestandin. Biryar e di demeke nêzîk de, careke din proseya dadgehkirinê destpê bike.
Li gor Serokê Encûmena Dadweriyê ya Rêveberiya Xweser Xalid Elî diyar kir, tenê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê di derbarê vê mijarê de hevkariyên lojistî pêşkêşî wan kiriye.
Elî destnîşan kir, ji ber tunebûna karînên Rêveberiya Xweser, hebûna hejmarek mezin ya endamên DAIŞê, di zindanên deverê de metirsiyeke mezin peyda dike.
Ji sala 2014an ve û heta roja îro, 8 hezar endamên DAIŞê yên Sûrî û Iraqî hatine dadgehkirin û hin ji wan dema sizayên xwe bi dawî kirin û hatin berdan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin