DAISê 4 endamên Parastina Sivîl ên Rojavayê Kurdistanê înfaz kir
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku çekdarên rêxistina terorîst DAIŞê li ser sînorê Iraq û Sûriyê, 4 endamên Parastina Sivîl ên girêdayî Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê înfaz kirine.
Li gorî ragihandina Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR), doh şemiyê 29ê Tebaxa 2020an, çekdarên DAIŞê çar endamên Parastina Sivîl a bi ser Rêveberiya Xweser li başûrê Hesekê li ser sînorê Iraq û Sûriyê kuştin.
SOHRê diyar kiriye, ji bilî kuştina wan çar kesan, çekdarên DAIŞê endamekî din ê Parastina Sivîl jî birîndar kiriye.
SOHRê eşkere kir, heta niha 196 kesên sivîl ku ji wan 15 zarok û 10 jin in, li derdora rojhilatê Dêrezorê, derdora Hesekê, bajarê Reqayê, derdor û navçeya Minbicê ji aliyê şaneyên çekdar ve hatine kuştin.
Dîsa li gorî SOHRê, 370 şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ku çend fermandarên lokalî di nav wan de ne û çar endamên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, li wan deveran hatine kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin