Rojava | Ji Wezîrê Sûrî daxuyaniya hevdîtinên Kurdan: Pêsketin heye...
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Mîqdat ragihand ku di danûstandinên grûbên Kurd yên bi navbeynkariya Rûsyayê bi dewleta Sûriyê re têne kirin de, pêşveçûn çêbûye.
Mîqdat ji rojnamevanan re ragihand ku di danûstandina bi komên Kurd ên daxwaza parastina sînoran li dijî mudaxeleya Tirkiyê dikin re pêşveçûn çêbûye û got, “Hevdîtinên berê yên bi komên Kurd re cesaret nedidan, lê niha rewş gihîştiye dawiyê.”
Wezîrê Sûriyê diyar kir ku rêveberiya Şamê ji daxuyaniyên Kurdan ên parastina yekparçeyiya Sûriyê kêfxweş in û got, “Em ji bo dîyalogeke jidil û dirûst wan (Kurd) teşwîq dikin, çimkî li gorî me ti alternatîveke din nîne.”
Hêjayî gotinê ye, şanda rêveberiya Rojavayê Kurdistanê ji bo navbeynkariyê li Moskowê bi rayedarên Rûsî re civiyabû û çend şertên ji bo dîyaloga bi Sûriyê re pêşkeş kiribûn ku parvekirina çavkaniyan, pejirandina rêveberiya xwecihî di destûrê de û parastina sînoran û yekîtiya Sûriyê hatibûn rêzkirin.
Rayedarên Sûriyê jî hevdem nexşerêya xwe ya bo dîyaloga bi Kurdan re pêşkeşî Rûsyayê kiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin