ROJAVA | Li Kobanîyê ‘Hevdîtinên hêzên herêmî yên Sûrîyê’
PeyamaKurd – Li bajarê rojavayê Kurdistanê Kobanîyê hevdîtinên hêzên herêmî yên Sûrîyê di roja sêyemîn da berdewam dike.
Meclisa Sûrîya Demokratîk (MSD) di çarçoveya çareserîya pirsa Sûriyê da ji boku di hevdîtinên bi rejîmê ra destê xwe xurt bike bi alîyên ‘opozîsyon’ê ra hevdîtinan pêk tîne.
Endamê Opozîsyona Navxwe ya Sûrîye Fatih Camus, “Derbarê projeyên rêveberîya xweser da hinke pêşnîyarên me hene. Ya herî girîng jî ev proje di encam qeyrana Sûrîyê da derket. Ev yek jî vebijarka cudabûna defakto xurttir dike.”
Muxalifên sûrîyeyî yên ku li Misirê dimînin jî beşdarî hevdîtinên li Kobanîyê bûn. Muxalifan bal kişande ser mafê çandî yên kurdan û ji alîyê din ve jî dîyar kirin ku pêkan e ku di warê çareserîyê rêveberîyê xweser bibe nimûneyek ji nimûneyan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin