Rojava | Li Amûdê agir bi malekê ket: 2 ji wan zarok 4 kesan can da
PeyamaKurd – Li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê, di encama agirpêketina malekê de, 2 ji wan zarok 4 kesan jiyana xwe ji dest da.
Hate ragihandin ku duh li mala welatiyê bi navê Abid Şemşolî ya li rojhilatê Amûdê şewat derketiye û 2 neviyên Abid Şemşolî yên bi navên; Fehîm Şemşolî (12 salî) û Mihemed Şemşolî (5 salî) di cih de jiyana xwe ji dest dane û du kesên din jî bi giranî birîndar bûne.
Bavê zarokan Hisên Şemşolî (40) û bapîrê wan Abid Şemşolî (70) jî îro li nexweşxaneyê ji ber giranbûna birînên xwe can dan û hejmara mirinên şewata Amûdê gihîşt 4 kesan.
Li gorî zanyariyan, şewat derdora demjimêr 21:00 ji ber teqîna depoya sotemeniyê derketiye û herwiha ji bilî mirina ça kesan, ziyaneke mezin a madî jî bi xwe re aniye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin