Rojava | MSD: Pêwîste destûra Sûriyê bi Kongreya Nistîmanî were çêkirin
PeyamaKurd – Meclîsa Demokratîk a Sûriyê (MSD) dixwaze li Sûriyê kongreyeke niştîmanî were sazkirin û komisyona destûrê jî di wê kongreyê de were destnîşankirin.
Endamê Konseya Serokatiya MSDê Hikmet Hebîb diyar kir ku pêwîstî bi nivîsandina destûra nû ya Sûriyê heye û hewlên kul i derveyî welat destûr bê amadekirin rexne kir.
'PÊWENDIYÊN ME BI HIKUMETA SÛRIYÊ RE HENE'
Hebîb pêwîstiya pêkanîna kongreya niştîmanî ya Sûriyê anîn ziman û li ser pêwendiyên MSDê bi hikûmeta Sûriyê re jî got, “Ji ber ku hikûmeta Sûriyê rewabûna xwe ji civaka navdewletî distîne MSD pêwendiyê pê re dike. Me nexşerêya derbarê rewşa welat de û nêrînên xwe pêşkeşî hikûmeta Sûriyê kirine.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin