Rojhat Amedî: Biratiya Tirk û Kurdan 950 sal in tenê li ser gotin û kaxezê maye

24 August 2024 13:11 0 dîtin
Rojhat Amedî: Biratiya Tirk û Kurdan 950 sal in tenê li ser gotin û kaxezê maye

PeyamaKurd - Hikûmeta Tirkiyê ya bi serokatiya Serokomar Recep Tayyip Erdogan, sibe 25ê Tebaxê, cara yekem li Bakurê Kurdistanê li navçeya Xelatê ya Bedlîsê dicive. Ev civîna kabîneyê di dema pîrozbahiyên salvegera 953yemîn a Serfiraziya Melezgirê ku yekem car Tirk derbasî Bakurê Kurdistanê û Anadolê bûne tê lidarxistin.

Erdogan dixwaze peyaman bide civaka Tirkiyê

Siyasetmedar Rojhat Amedî, mebesta vê civînê di bultena Rûdawê de nirxand û da zanîn, her sal bi boneya salvegera Serfiraziya Melezgirê pîrozbahî têne kirin, lê îsal Erdogan dixwaze tenê hin peyaman bide civaka Tirkiyê ne ku bide Kurdan.

Biratiya Serfiraziya Melezgirê tenê bi gotinê maye

Amedî bal kişand ser ku ew şerê 950 sal berê li hember Bîzansiyan bi alîkarî û beşdariya Kurdan hatiye qezenckirin, yekem car rêya derbasbûna Anadolê ji Tirkan re vekiriye û wiha axivî:

“Tevî ku bi piştevaniya Kurdan Tirk hatine Anadolê jî Kurd hê jî 950 sal in derbeder in û ti serkeftineke gelê Kurd di vê de tune ye. Tenê ev 950 sal in, tim tê gotin ku biratiya Tirk û Kurdan bi şer û serfiraziya Melezgirê dest pê kiriye. Lê em dibînin heta niha jî biratiya ku dibêjin tenê li ser gotinê û kaxezê maye. Mînak Kurd hê jî nikarin zimanê xwe jî bi awayekî azad bikar bînin.”

Rewşa Kurdan ne mijara kabîneya Tirkiyê ye

Li ser peyamên kabîneya Tirkiyê ku li Bedlîsê dicive jî Amedî diyar kir ku tenê mijarên rojeva Tirkiyê yên wekî aborî, gaz û şewatên daristanan wê bê axaftin û got: “Pêşbînî nayê kirin ku li ser rewşa Kurdan a ku di qonaxeke sext de derbas dibin, piştî civîna kabîneyê ti peyam bêne dayîn.”