'Rola Serok Barzanî û Pêsmerge ya dijî DAISê bi çîrokên hûnandî û gotinên sivik nayê vesartin'

24 January 2021 10:31 0 dîtin
'Rola Serok Barzanî û Pêsmerge ya dijî DAISê bi çîrokên hûnandî û gotinên sivik nayê vesartin'

PeyamaKurd - Serfermandarê berê yê artêşa Iraqê Ferîq Babekir Zêbarî got, Pêşmerge ne tenê Herêma Kurdistanê belkî beşek li Rojhilata Navîn jî ji destê DAIŞê parastiye û destnîşan kir, rola Serok Barzanî û Pêşmerge ya di şerê li dijî DAIŞê de bi fîlm û gotinên sivik û çîrokên hûnandî nayê veşartin.

Ferîq Babekir ji medya Kurdistanê re daye xuyakirin, “Îran çend sindoqên fîşekan ji bo Pêşmergeyan di şerê li dijî DAIŞê de şandiye, mala wan ava be, nabe wan çend sindoqû fîşekan hemû roj bo çewaşekirina rayagiştî behs bikin, beramber wê yeke hawpeymanan bi milyonan hevkarî dane Pêşmergeyan û hîç rojekê behs nakin.”

Li gorî BasNewsê Babekir Zêbarî got: “Alîkariya Amerîkayû û hevpeymanan ji bo Pêşmerge berawirdiya wê bi çend sindoqên fîşekan nayê kirin, ligel wê yekcar hevpeymanî bêminet bi ser Pêşmerge û xelkê Kurdistanê de nefrotiye. Nabe ew alîkaiya çend sindoq fîşek ji guherîna mêjûyê were bikaranîn û carê ji rayagiştî re were behskirin. Çunke zelal e ku bêyî şerê meydanî yê Pêşmerge hîç hêzêk nedikarî rêliber belavbûna DAIŞê bigire. Eger rêgirî li DAIŞê nehata kirin Rojhilata Navîn weke Iraq û Sûriyê dike bin metirsiyê.”

Babekir Zêbarî destnîşan kir: “Rola Serok Barzanî û Pêşmerge di şerê DAIŞê de bi fîlm û qiseyên sivik naşîrîn nabe, çunke cîhan şahidî wê dîrokê ye ku hêza Pêşmerge bi nexşe û raberayetiya meydanî ya Serok Barzanî efsaneya DAIŞê têkşikand. Ji ber wê, ew babeta bi fîlm û beyanname rastî û dîrok nayê guhertin.”