Rûspîyên Rojava gotinên Esed ên înkara Kurdan red kirin: Divê doza Kurd bê çareserkirin

08 March 2020 12:10 0 dîtin
Rûspîyên Rojava gotinên Esed ên înkara Kurdan red kirin: Divê doza Kurd bê çareserkirin

PeyamaKurd - Desteya Rûspiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê nerazîbûn nîşanî daxuyaniyên serokê Sûriyê Beşar El-Esed da ku hebûna kurdên li Sûriyê înkar kir.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Di demê de ku gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên wî li benda çareseriyeke siyasî ne ku Sûriyê demokratîk ava bike û mafên ferdî û civakî yên hemû pêkhateyan misoger bike, her wiha hemû dosyayên bi girêk çareser bike, serokê Sûriyê derdikeve û hin pêkhateyên resen ên gelê Sûriyê yên ku rola wan di serxwebûn û avakirina dewleta Sûriyê ya nûjen de sereke bû înkar dike.

Em Desteya Rûspiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê însyatîfa me teqeziyê li ser hemwelatîbûn di yekitiya welat de, redkirina dagirkerî û hebûna biyniyan, her wiha aktîvkirina diyalogên cidî yên Sûrî-Sûrî wekî alternatîfa çareseriyê dike.

Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi Ereb, Kurd, Suyran û pêkhateyên resen beriya ku sînorê dewleta Sûriyê ya heyî were xêzkirin bi hev re li herêmên xwe dijîn. Ji ber vê yekê pêkhateyên resen in û ji deverek din nehatin. Lew ra kî dibe bila bibe nabe li ser hemwelatîbûna Sûriyê gotinên terz bibêje.

Daxuyaniyên serokê Sûriyê xizmeta avakirina dewleta hemwelatiya rasteqîn a Sûriyê û derketina ji aloziyê nake. Em piştrast dikin ku Ereb, Kurd, Suryan, Kildan û Asur pêkhateyên resen in.  Di demekê de ku dewleta Sûriyê nedikarî erka xwe ya parastaina welatiyên xwe bi cih bîn pêkhateyên herêmê bi hevgirtin û helwesta xwe ya netewî ya redkirina terorê rûmet û hebûna xwe de parastin û rêveberiyek xweser ava kirin ku heta niha kela parastina welat ji dagirker û terorîstan. Her wiha bi cidiyet hewl dide Sûriyeke demokratîk, pirrengî ya nenavendî ava bike.

Feraseta înkarkirina mafên rewa yên pêkhateyên Sûriyê "Bi taybet hebûna pêkhateyê Kurd ji bo razîbûna hin hêzên derve ye û dewleteke hiqûq û keramet ava neke, lê belê rewşê gûrtir dike.

Aramî û parastina Sûriyê bi demokratîkirina Sûriyê û misogerkirina mafên ferdî û civakî yên welatiyên Sûriyê pêkan e. Her wiha bi îtîrafkirina destûrî ya bi kurd û pêkhateyên din û çareserkirina doza Kurd bi awayekî demokratîk di çarçoveya yekitiya welatan de û avakirina Sûriyeke dûrî feraseta înkarkirina rastiyên dîrokî pêkan e."

Esed hêzên Kurd wek terorîst bi nav kir û got: Pirsa Kurd xeyal û derew e