Rûsya: Amerîka diziya petrola Sûriyê dike

29 July 2019 23:50 0 dîtin
Rûsya: Amerîka diziya petrola Sûriyê dike

PeyamaKurd - Fermandarê Rêveberiya Operasyonên Giştî yê ser bi Desteya Erkana Giştî ya Hêzên Rûsî ve Sergey Rodiskov ragihand ku Amerîka ji bilî rahênana çekdaran li rojhilatê Firatê, dest daniye ser nefta rojhilatê Firatê û neftê didize.

Rodiskov li ser rewşa Idlibê jî got, rola Rûsyayê di şikestina êrîşên dijberiya Sûriyê de li ser baregehên Artêşa Sûriyê li bakurê rojavayê Sûriyê hebû.

Fermandarê Rûsyayî herwiha ragihand ku di nav 4 mehan de, 110 serbazên Sûrî li Idlibê hatine kuştin.