Rûsya: Em ji bo petrola Sûriyê bi Amerîka re hevkariyê nakin
PeyamaKurd – Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Verşinin, ragihand ku ti niyeta Rûsyayê nîne ji bo derxistin û ewlakriya petrola li Rojavayê Kurdistanê bi Amerîka re hevkariyê bike.
Verşinîn li ser biryara Amerîkayê ya şandina hêzê ji bo parastina petrola di bin kontrola HSDê de got, “Em li ser mijara petrola Sûriyê bi Amerîkayê re hevkariyê nakin. Divê gelê Sûriyê bixwe dewlemendiyên xwe yên xwezayî birêve bibe ku petrol jî di nav de.”
Verşinîn herwiha diyar kir ku Moskow amade ye ji bo kontrol û ewlekariya herêmên jêr desthilata HSDê ku kampên girtiyên DAIŞê hene, di navbera hêzên Kurd û rejîmê de hevkariyê bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin