Rûsya: Dahata gaz û petrolê ya meha Nîsanê kêm e
PeyamaKurd-Wezareta Darayiyê ya Rûsyayê, dahata meha Nîsanê ya ji gaz û petrolê ragihand. Wezaretê da zanîn ku dahata Nîsanê, di bin bendewariyan de maye û dahateke kêmtir bi dest ketiye.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Darayiyê ya Rûsyayê de hat ragihandin ku di meha Nîsanê de dahata ji gaz û pertolê kêmtir bûye. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di meha Nîsanê de bendewarî li ser dahata 133 milyar rubleyan (nêzîkî 2 milyar dolar) bûye lê ev bendewarî bi dest neketiye. Hat ragihandin ku bendewariya ji dahatên mehên Nîsan û Gulanê, li ser 281 milyar rubleyan e.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku Hikûmeta Rûsyayê, di şertên budceyê de îsal hin guherîn kirine û li gorî van guherînan, dê dahatên budceya pêvek, bi dovîz û zêran neyê kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin