Rûsya: Dewriyeya Rûs-Tirk ji ber astengkirina terorîstan nîvco ma
PeyamaKurd - Wezareta Berevaniya Rûsyayê derbarê dewriyeya îro 15ê Adarê ya hêzên Rûs-Tirk li ser rêya M4 a Idlibê ragihand, ji ber astengiyên komên terorist gera çavdêriyê ya hevbeş bi Tirkiyê re li ser riya navdewletî M4 kurt hat birîn. Beriya dewriyeyê ji aliyê komên muxalîf ve rê hat girtin û ji aliyên alîgirên komên cîhadî ve li dijî dewriya hevbeş bertek hat nîşandan.
Wezareta Berevaniya Rûsyayê bi daxuyaniyekê ragihand, îro yekem dewriyeya çavdêriyê ya hevbeş a Rûsî – Tirkî li ser riya navdewletî M4 li Idlibê hat encamdan, lê bi sedema astengiyên komên terorîst, riya gerê hat kurt kirin.
Herwiha SOHRê jî ragihand ku li ser riya navdewletî M4 agir hatiye vêxistin û di girtevîdyoyeke hatiye belavkirin de, komeke çekdar a cîhadî li ser riya M4 gefa armanckirina dewriyeya Rûs–Tirk dixwe.
Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê diyar kir, komên terorîst ji bo astengkirina dewriyeyê, xelkê sivîl, jin û zarok wek mertalên mirovî bikar anîn.
Îro yekem dewriyeya hevbeş a çavdêriyê li ser riya M4 ji gundê Tirnibê li nêzîkî Seraqibê dest pê kir û biryar bû bigihe gundê Eyn Hor, lê dewriye zû hat birîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin