Rûsya: Dibe Rûsya hukumeta demkî ya Afxanistanê nasbike
PeyamaKurd – Nûnerê taybet yê serokê Rûsyayê yê Valdimir Putin ji bo Afxansitanê Zamir Kabulov di bernama televizyona Rûsî ya bi navê Pervıy de axifî û got ku dibe hukumeta demkî ya Afxanistanê bê naskirin. Kabûlov her weha ragihand ku wê wekîlê wezîrê bazirganiyê yê Afxanistanê seredana Moskovayê bike.
Kabûkov got ku Afxanistan ji bo hin berhemên çandiniyê bikire seredana Rûsyayê kirine û Putin îznê daye ku ji Afxanistanê re hinek berhemêm çandiniyê bê tehsîskirin. Li ser mijara bê wê Rûsya Afxanistanê bi fermî nasbike an na de weha got:
“Îhtîmaleka weha heye. Van şertan ji aliyê wezîrê karên derve û serokê dewletê ve hatin destnîşankirin. Eger di vê mijarê de pêngav bên avêtin, divê ewelî hukumetekî berfireh, hukumetekî siyasî ya bi bandor bê avakirin. Em ji bo hevkarên xwe yên Afxan re her wext vêya dibêjin. Eger ev hukumet pêkwere, ji hevdîtinên ciddî re wê zemînekî bê avakirin.
Em ji bo naskirina hukumeta Afxanistanê li pey welatên wek Amerîka û yên din naçin. Talîban dixwaze bi me re li ser qaîdeyên navdewletî yên rewa de bixebite. Ew endîşeyên me yên di derbarê Afxanistanê de dizanin. Ew endîşe terora navdewletî û hilberîna maddeyên hişbirin.
Talîban ji bo welatên Asya Navîn tehdîd nîne. Ew ne tenê ji bo Rûsya lê ji bo welatên Rojava yên ku ji DEAŞ ê reviyane, li hemberê DEAŞ ê şer dikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin