Îstîxbarata Amerîka ragihand ku dibe Rûsya ji bo Hûsiyan fuzeyên pêskeftî temîn bike
PeyamaKurd – Îstîxbarata Amerîkayê hişyarî da û got ku dibe Rûsya ji bo Hûsiyên Yemenê fuzeyan temîn bike. Ravekirina Îstîxbaratê li ser nameya ku fermandarê hêzên navendî yê Amerîkayê ji wezareta bergiriyê ya Amerîkayê re şandiye, hat kirin.
Hişyarî, li ser rêvebiriya Joe Biden destekê dide Ûkraynayê, li hemberê wê dibe Rûsya fuzeyên pêşkeftî ji bo Hûsiyên Yemenê temîn bike.
Wall Street Journal nûçeyê ragihand û binkeya nûçeya xwe bir ser rayedarên Amerîkayê. Li gor rojnamê; fermandarê CENTCOMê Michael Erik Kurilla di derbarê mijarê de ji wezîr Lloyd Austin re name şandiye.
Kurilla gotiye ku Hûsî nikarin bi derfetên xwe yên îro hêzên Amerîkayê û koalîsyonê têk bibin û pêdiviya wan bi teknolojiya nû heye û dibe ku ew jî Rûsya be.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin