Rûsya: Em bawer nakin ku Amerîka ji Sûriyê vekise
PeyamaKurd – Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Ryabkov diyar kir ku ew bawer nake Amerîka ji Sûriyeyê vekişe.
Ryabkov ji medya rûsî re got, “Wekî kesekî li ser pêwendiyên Amerîkayê kar dike û demekê jî li Washingtonê kar kiriye tenê dixwazim gotineke şanogerê Rûsî yê efsaneyî bi bîr bixim; bawer nakim.”
Ryabkov da zanîn ku hebûna Amerîkayê ya li Sûriyê ji bo Washingtonê pêwîstiyek e, lê heger bi rastî jî vekişîn çêbe ev dê ji bo bihêzkirina îmaja Rûsyayê gaveke cidî be.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin