Rûsya: Em ji danûstandinên li ser Ukraynayê re vekirî ne, lê…

03 December 2022 15:07 0 dîtin
Rûsya: Em ji danûstandinên li ser Ukraynayê re vekirî ne, lê…

PeyamaKurd – Berdevkê Kremlînê diyar kir, Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ji bo danûstandinên li ser şerê Ukraynayê vekirî ye.

Li ser rewşa niha ya şerê Ûkraynayê û daxuyaniyên Serokê Amerîkayê Joe Biden ji Kremlînê daxuyaniyek hat dayîn.

Pûtin bersiva Biden a dibêje, ger Pûtîn şerê Ukraynayê bi dawî bike ez ê pê re danûstandinê bikim da.

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov diyar kir, Pûtîn her tim ji muzakereyan re vekirî ye, da ku berjewendiyên Rûsyayê misoger bike.

Herwiha Peskov tekez kir "operasyona leşkerî ya taybet li Ukraynayê berdewam e."