Rûsya: Heger Amerîka fuzeyên menzîldirêj bide Ukrayna wê yekser bibe aliyekî ser

15 September 2022 21:01 0 dîtin
Rûsya: Heger Amerîka fuzeyên menzîldirêj bide Ukrayna wê yekser bibe aliyekî ser

PeyamaKurd – Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaharova, di civîneke rojnamevanî de ragihand ku heger Amerîka moşekên menzîldirêje bo Ukraynayê dabîn bike, wê bibe aliyekî şer û ev mijar bo Rûsyayê xeta sor e.

Zaharovayê diyar kir ku Amerîka ve demeke artêşa Ukraynayê bo hicûmê amade dike û got: "Heger Washington, biryara dayîna fuzeyên hîn menzîldirêjtir bide, wê xeta sor derbas bike û yekser bibe aliyekî şer.”

Rayedara Rûsî herwiha da xuyakirin ku ew dê di rewşeke wiha de bersiva guncaw bidin û got, “Mafê me ye em hemû erdên di kontrola xwe de biparêzin.”