Rûsya: Leskerên Amerîkî li Qamislo gule resandine xelkê, yek jê zarok du sivîlan can da
PeyamaKurd – Navenda Lihevanîna Rûs Rûsyayê ragihand ku leşkerên Amerîkî li Qamişlo teqe li gel kirine, yek jê zarok bi giştî du sivîl mirine.
Hat ragihandin ku li gundê Xirbê Hemo yê ser bi Hesekê ve leşkerên Amerîkayê li Qamişlo teqe li gel kirine û yek jê zarok bi tevahî du sivîl mirine.
Serokê Navenda Lihevanînê ya Rûsya yê li Bakurê Sûriyê Yuriy Borenkov di civînekê çapemeniyê de ragihand ku, leşkerên Sûriyeyî rastî leşkerên Amerîkî hatine ku dewriye digerandin û di encama wê yekê de di navbera leşkerên amerîkî û xelkên herêmê de şer û pevçûn derketiye
Borenkov diyar kir ku di encama teqekirina leşkerên amerîkî li xelkê, zarokekî 14 salî jî di nav de 2 sivil bûne qurbanî. Piştre leşkerên Rûsî hatine cihê buyerê û heya konvoya amerîkî çûye baregeha xwe ew şopandine.
Ajansa fermî ya Sûriyê SANAyê jî derbarê bûyerê de amaje kir di encama teqekirina leşkerên amerîkî de sivîlekî can daye û yek jî birîndar bûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin