Leskerên Amerîkî derbasî Basûr bûn, li Qamislo bi keviran hatin protesto kirin

21 October 2019 14:47 0 dîtin
Leskerên Amerîkî derbasî Basûr bûn, li Qamislo bi keviran hatin protesto kirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku piştî destpêkirina vekişîna hêzên Amerîkî ji Rojavayê Kurdistanê, leşkerên Amerîkî derbasî bajarê Dihokê yê Başûrê Kurdistanê bûn.

Dîmenên ji bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê derketina wesayîtên leşkerî yên Amerîkî belav bûn ku xelkê Qamişloyê jî nerazîbûna xwe ji vekişînê re nîşan dan ku bûne sedema êrîşên Tirkiyê.

Xelkê bajêr dema derketina karwana leşkerên Amerîkî bi keviran ew protesto kirin.

Li gorî daxuyaniyên rayedarên Amerîkî dê tenê ji bo parastina herêmên petrolê û hinek deverên biçûk bi qasî 200 leşkerên Amerîkayê li Rojava bimînin.