Rûsya: Li herêmên deshilata HSDê tevgera DAISê zêde bûye
PeyamaKurd - Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova di civîneke rojnamevanî de da xuyakirin ku liv û tevgera şaneyên razayî yên DAIŞê û êrîşên wan li rojhilat û naverasta Sûriyê, bi taybetî jî li herêmên jêr desthilata Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li rojhilatê Firatê zêde bûye û ev nîgeraniyeke mezin ji bo Rûsyayê çêdike.
Mariya Zaxarovayê got: “Raportên rojane ji me re tên û wê yekê nîşan didin ku êrîşên terorîstan bi ser binkeyên artêşa Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) û deverên Kurdî de pêk tên.”
Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê herwiha hêviya xwe anî ziman ku komîteya nivîsandina destûra Sûriyê ya li Cenevê, heta dawiya vê mehê bicive û danûstandinên li ser destûra Sûriyê dest pê bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin