Rûsya: “Li Idlibê tixûbê herêma bêçek hate eskerekirin!”

08 October 2018 12:34 0 dîtin
Rûsya: “Li Idlibê tixûbê herêma bêçek hate eskerekirin!”

PeyamaKurd- Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Verşinin got ku li Idlibê tixûbê herêma bêçek hate eşkerekirin.

Di derbarê mijarê de Verşinin ji çapemeniya Rûsyayê re axivî û got ku di navbera artêşa Rûsya û Tirkiyê de hevkariyeke baş heye. Nûnerên her du artêşan gelek caran hatin cem hev û niha levhatina me di rêya xwe de dimeşe.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û yê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li bajarê Rûsyayê li Soçiyê li ser herêma bêçek peymanek îmze kiribûn.