SOHR: Rûsyayê 'herêma bêçek' a Idlibê bombebaran kir

26 May 2023 19:06 0 dîtin
SOHR: Rûsyayê 'herêma bêçek' a Idlibê bombebaran kir

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku balafireke şer a Rûsyayê çeperên çekdarên opozîsyona Sûriyê yên gundewarên parêzgeha Idlibê bombebaran kir.

Li gorî ragihandin Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) îro 26ê Gulanê balafireke şer a Rûsyayê, gundewarên başûrê Idlibê yên deverên Jabal Al-Zaviyah Fulayfel û Sfuhen bombebaran kir ku li wir hêzên opozîsyonê hebûn.

SOHRê daye xuyakirin ku li deverên navborî yên 'herêma bêçek' a Idbilê 5 êrîşên asmanî hatine kirin û çeperên çekdarên opozîsyonê hatine hedefgirtin.

Derbarê ziyanên canî yên êrîşa asmanî de ti hurgilî nehatin belavkirin.