SOHR: Li ‘herêma bêçek’ a Helebê 3 çekdarên HTSê hatin kustin
PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di encama êrîşa hêzên rejîma Sûriyê de, li Helebê 3 çekdarên Heyet Tehrîr Şam (HTŞ) hatin kuştin.
SOHRê da xuyakirin ku hêzên Şamê îro 28ê Adarê êrîşeke tund a bi çekên giran ji eniya Foca 46an ve rojavayê Helebê topbaran kir.
Hat ragihandin ku di encama topranê de 3 çekdarên Tehrîr El Şam hatin kuştin.
SOHRê daye zanîn ku herêma hêzên rejîmê topbaran kiriye, yek ji wan deverên “herêma bêçek” e ku bi rêketfina navbera Rûsya-Tirkiye û Şamê hatibûn avakirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin