SOHR: Termên 11 çekdarên li Libya hatine kustin gihîst Helebê

11 May 2020 20:03 0 dîtin
SOHR: Termên 11 çekdarên li Libya hatine kustin gihîst Helebê

PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku hejmareke din ji çekdarên opozîsyona Sûriyê yên ser bi artêşa Tirkiyê ve, di şer û pevçûnên Lîbyayê de hatin kuştin.

SOHRê da xuyakirin ku 11 termên çekdarên opozîsyona Sûrî ku li Lîbyayê hatine kuştin gihîştin gundewarê bakurê Helebê yên di bin kontrola Tirkiyê de.

Du roj berê jî kuştina 7 çekdarên Sûriyê li Lîbyayê hatibû hatibû ragihandin ku bi vî awayî heta niha hejmara çekdarên Sûriyê yên li Lîbyayê hatine kuştin gihîştiye 279an.

Li gorî SOHRê çekdarên hatine kuştin ji Lîwaya Muhtesim, Firqeya Sultan Murad, Lîwaya Siqor El Şemal, El Hemzat û Silêman Şah in.

Hikûmeta Tirkiyê bi armanca piştevanîya hikûmeta Fayiz Serac (Wîfaq), hejmarek serbazên Tirkiyê û nêzîkî 8 hezar çekdarên opozîsyona Sûriyê şandine Lîbyayê û şerê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ya bi serokatiya Xelîfe Hefter dikin.

SOHR herwiha dide xuyakirin ku hejmarek ji çekdarên Sûrî ji aliyê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ve dîl hatine girtin û li xwe mikur hatine ku li hember 2 hezar Dolar şer dikin.