Rûsya qebûl kir dîmenên esmanî yên teqîna Lubnanê bisîne Lubnanê

18 November 2021 00:33 0 dîtin
Rûsya qebûl kir dîmenên esmanî yên teqîna Lubnanê bisîne Lubnanê

PeyamaKurd – Serokê Ajansa Federal ya Fezayê ya Rûsyayê (Roscosmos) Dmitriy Rogozin ragihand ku wêneyên an dîmenên teqîna Lubnanê wê bide Lubnanê.

Rogozin li Moskovayê bi rojnamevanan re axifî û got ku li ser daxwaza Lubnanê, li ser teqîna Lubnanê lêkolînan kirine û dosya amade ne. Rogozin ragihand ku lêkolînên kirine, wê destekê bide lêkolînên li ser teqîna Lubnanê û weha got:

“Dîmenên em ê bidin Lubnanê, wê bibe alîkar bê teqîn çawa çêbûye û ji bo Lubnanê wê bibe alîkar.”