Vance: Rûsya astiya bi Ukrayna re qebûl neke, wê bê cezakirin
PeyamaKurd – Cîgirê Serokê Amerîkayê James David Vance, di derbarê şerê Rûsya û Ukraynayê de daxuyaniyeke girîng da.
Di çarçoveya Konferansa Ewlekariyê ya Munîhê de, Vance bi Sekreterê Giştî yê NATO Mark Rutte re hevdîtinek pêk anî. Di vê hevdîtinê de, behsa pêwîstiya Ewropayê ya ji bo zêdekirina hêza xwe di nav NATOyê de hat kirin.
Vance piştî civînê di derbarê pêvajoya aştiyê ya Ukrayna-Rûsya de axivî û got ku gelek formûl û rêbazên cuda dikarin bên bikaranîn, lê ya herî girîng ew e ku Ukrayna serxwebûn û serweriya xwe biparêze. Herwiha got ku Donald Trump dê bi baldarî nêzîkî vê mijarê bibe û dê hemû vebijark li ser maseyê bin.
Vance destnîşan kir, heke Rûsya aştiyê qebûl neke, dê hem bi awayekî aborî û hem jî bi awayekî leşkerî wê ceza bikin û diyar kir, ew dixwazin Ukrayna di vê pevçûnê de serxwebûna xwe biparêze.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin