Rûsya: Em bi ti awayî qebûl nakin ku Ukrayna bibe endamê NATOyê
PeyamaKurd – Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergei Ryabkov ragihand, divê NATO garantîyê bide ku ew ê xwe berfireh neke.
Ryabkov diyar kir, ger NATO garantiyê nede, ew ê Rûsya û NATO û Amerîka werin hemberî hev du.
Herwiha Ryabkov da zanîn, ew bi ti awayî qebûl nakin ku Ukrayna bibe endamê NATO.
Serokê Rûsya Vladimir Putin jî di rojên borî de gotibû, ew ji NATO garantî dixwazin ku xwe berfireh neke û li nêzî sînorê Rûsya çekan bi cîh neke.
Li ser vê helwesta Moskowê, rêvebiriya Washingtonê eşkere kir, tu welat nikare destwerdanê li daxwaza Ukrayna bike ku dixwaze bibe endama NATO.
NATO di sala 2008an de destnîşan kiribû, ew ê Ukrayna û Gurcistanê bixe nav yekîtiyê.
Heta îro her du dewlet jî hîn nebûne endamên NATO.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin