Rûsya: Ukrayna çiqas zû daxwazên me qebûl bike, wê ser jî zûtir biqede!

19 January 2023 22:28 0 dîtin
Rûsya: Ukrayna çiqas zû daxwazên me qebûl bike, wê ser jî zûtir biqede!

PeyamaKurd – Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov ragihand ku Ukrayna çiqas zû daxwazên Rûsyayê qebûl bike, wê şer û pevçûn jî ewqas zû bidawî bibin.

Peskov, diyar kiriye ku divê Ukrayna hebûna Rûsya û Pûtîn têbigihe û ji dijbertiya Rûsyayê vegere ku çiqas zû fêm bike wê ewqas baştir be jê re.

Herwiha Peskov daye xuyakirin ku divê Ukrayna daxwazên Rûsyayê bicih werîne û Rûsya jî amade ye ji bo dawîanîna şer û rêveberiya Kîevê jî bi destpêkirina trajediyê tawanbar kir.

Hêjayî bibîrxistinê ye, artêşa Rûsyayê ji 24ê Sibata 2022yan ve şerekî mezin ê dagirkirina Ukraynayê bi hinceta nêzîkbûna NATO û Ewropayê li dijî Ukraynayê daye destpêkirin ku beşek ji erda Ukraynayê jî wekî erda xwe qebûl kiriye.