Rûsya û Amerîkayê li ser pêwendiyên dualî li hev kir
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Rusya Sergey Lavrov û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio di hevdîtina telefonê de li ser "berdewamkirina pêwendiyên ji bo çareserkirina pirsgirêkên di têkiliyên dualî de" li hev kir.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Berevaniya Rusyayê, her du wezîran rewşa li Ukraynayê û rakirina "astengiyên yekalî" yên ku ji aliyê rêveberiya Amerîka ya berê ve hatine danîn gotûbêj kirin û li ser rakirina astengiyên bazirganî, aborî û veberhênanê li hev kirin.
Herwiha di pêwendiyê de, her du alî li ser pirsgirêka Ukraynayê, rewşa Filîstînê û pêşveçûnên li Rojhilata Navîn jî axivîn.
Li ser başkirina şertên karkirina mîsyonên dîplomatîk ên Rusyayê li Amerîkayê jî hate rawestîn û hate ragihadin ku wê di demeke nêzîk de şandên herdu aliyan li ser gavên berçav ji bo rakirina astengiyan bicivin.
Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku Rubio di telefonê de biryardariya Trump a derbarê bidawîkirina pevçûna li Ukraynayê dubare kir. Herwiha hat diyarkirin ku wan li ser gelek mijarên dualî yên din jî îmkanên hevkariyê nirxandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin