Rusyayê bang li Fransayê kir: Xwe ji mêtingeriyê dûr bixin
PeyamaKurd- Ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Rusyayê ve bi rêya daxuyaniyekê bang li rayedarên Fransayê hat kirin ku di xebata xwe ya li Efrîkayê de xwe ji nêzîkatiya mêtingeriyê dûr bixin.
Di daxuyaniya wezaretê de hat ragihandin ku Balyozê Fransayê yê li Moskowayê Pierre Levy, ji bo wezaretê hatiye vexwendin.
Bi rêya daxuyaniyê hat destnîşankirin ku ji ber daxuyaniyên Wezîra Karên Derve ya Fransayê Catherine Colonna ya di derbarê êrîşa li ser Mala Rusyayê ya li Bangui ya paytexta Komara Efrîkaya Navîn de nîşeyeke ji bo protestoyê ji balyozî re hatiye dayîn û wiha hat gotin:
"Me destnîşan kir ku tawanbariyên li dijî Rusyayê yên têkildarî propagandaya ji aliyê yekîneyên leşkerî yên taybet ên Rusyayê û bikaranîna tundiyê yên li dijî gelê sivîl tên kirin, nayên qebûlkirin. Ev gotin ne baş in. Em bang li rêveberiya Fransayê dikin ku di xebatên xwe yên li herêmê de xwe ji nêzîkatiyên mêtingeriyê dûr bigirin.”
Di 16ê Kanûnê de hatibû ragihandin ku pakêta ji bo Mala Rusyayê ya ku li Komara Efrîkaya Navîn wekî navendeke çandî dixebite, hatiye şandin, teqiyaye. Hatibû diyarkirin ku di dema ku Gerînendehê Mala Rusyayê Dmitriy Sitiy pakêta ku bi postayê ji navendê re hatibû şandin vekiriye, teqîn pêk hatiye û gerînendeh birîndar bûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin