Rûsyayê dema hevdîtinên Astanayê diyar kir

29 January 2019 13:45 0 dîtin
Rûsyayê dema hevdîtinên Astanayê diyar kir

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ji bo tarîxa pêkanîna hevdîtinên Astana yên Rûsya-Tirkiye-Îran ên ji bo krîza Sûriyê meha Sibatê nîşan da.

Lavrov piştî hevdîtina ligel hevtayê xwe yê Kazakistanê Beibut Atamkulov got, "Em hewlên hevalên xwe yên ji bo sazkirina civînên navdewletî pîroz dikin. Tê plankirin ku hevdîtinên Astanayê li nîvê meha bê werin kirin.”

Hevdîtinên Astanayê yên gera 11an 29ê Mijdara 2018an li paytexta Kazakistan Astanayê hatibûn kirin û biryara hevkariya berdewam li Sûriyê, ji aliyê hersê welatan ve hatibû wergirtin.