Rûsyayê firotina genim, sekir, garis û zeytê ji bo welatên derve qedexe kir
PeyamaKurd - Hikûmeta Rûsyayê li beramber dorpêçên aborî yên ji ber êrîşa ser Ûkraynayê hatine danîn, ragihand ku wan firotina hin madeyan genim, ceh, garis, zeyt û şekir ji bo welatên derve qedexe kiriye.
Serokwezîrê Rûsyayê Mikhail Mishustin, eşkere kiriye ku wan hinardekirina genim, ceh, şekir û garis ji bo welatên Yekîtiya Aborî ya Avrasya heta 30ê Hezîranê qedexe kiriye.
Li gorî nûçeya Reutersê, ev biryara Rûsyayê ji bo parastina bazara xwe ya navxwe ye li beramberî dorpêçên aborî yên derve.
Hêjayî bibîrxistinê ye, welatên herî zêde ji Rûsya genim dikirin Tirkiye û Misir in û wê ev biryar zêdetir bandorê li Tirkiyê bike ku ji sedî 78ê hawirdekirina genimê Tirkiye ji Rusyayê tê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin