Rûsyayê li ser maseya muzakereyan gefeke tund li Ûkraynayê xwar
PeyamaKurd – Wezareta Berevaniya Rûsyayê, di demek ku di roja 5emîn a êrîşa wan a ser Ûkraynayê de, hîn li sînorê Belarûsê civîna muzakereyan a navbera şandên Rûsya-Ûkraynayê de berdewam dike, gefeke tund li Ûkraynayê xwar.
Berdevkê Wezareta Berevaniya Rûsyayê İgor Konaşenkov gefa dawîanîna deshilatdariya Ûkraynayê xwar û got, "Pêwîst bû dawî li gefên bê dawî yên deshilatiya Kîevê bê anîn. Wê Rûsya vê bike.”
Konaşenkov herwiha got ku ‘rejîma Kîevê’ bi awayekî sîstematîk di nav 8 salên borî de qirkirina xelkê Donbasê kiriye û zêdetirî 14 hezar mirov hatine kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin