Rûsyayê petrola ku bi ser Ukrayna de disîne Ewropayê qut kir
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku kompaniya petrolê ya Rûsyayê Transneftê, hinardekirina petrola rûsî bi rêya xetên boriyên nav Ukraynayê bo Ewropayê rawestand.
Di daxuyaniya nivîskî ya transneftê de hatiye gotin, ji ber ku welatên Macaristan, Slovakya û Çekyayê deynê xwe yê petrolê nedane ev gav hatiye avêtin û xwest ku pereyên petrolê bidin kompaniya Ukrtransnaftê ku baskê başûr ê Transneftê ye.
Transneftê diyar kiriye ku 4ê Tebaxê veguhestina petrolê bo wan welatan hatiye rawestandin ku ji xeta Drujba rojane 250 hezar bermîl petrol dihat pompekirin.
Piştî vê nûçeyê tê çaverêkirin ku nirxê petrolê car din derkeve ser 100 dolaran ku heta 90 dolaran ketibû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin