Sadr: Ez bi kesên ji 2003 an heya niha di hukumetê de cîh negirtine re peyman îmze dikim
PeyamaKurd – Serokê Tevgera Sadr Muqteda es- Sadr ji bo partiyên di parlementoyê de got ku 3 roj wext dide wan û ew kesên ji sala 2003 yan heya niha di hukumetê de cîh negirtin re peymanê îmze bike. Kesê ku weka wezîrê Sadr tê naskirin Salih Muhammed el-Iraqî di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihand ku ji bilî fesha meclisê û hilbijartina pêşwext, çareserî ew e ku di serî de grûba Sadr û ji wexta îşxala Amerîkayê heya niha kesên ku nehatine ser hukim, bila di hilbijartinan de bên hilbijartin.
El-Iraqî di ragihandina xwe de got eger bi vî awayî qebûl bikin, Sadr amade ye ku di nav 72 sietan de peymanê îmza bike.
Li aliyê dinê serokê meclisa Bexdayê Muhammed Halbûsî ji bo krîzê çareser bike terefan dawet kir ser masê da lihev bikin.
Sadr qebûl nake ku ew kesên heya niha di hukumetê de xebitîne û biser neketine car dibin desthilat. Di serê hemûyan de serokwezîrê berê Nûrî El Malikî heye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin