Sah Charlesê Sêyem ji ber koça dawî ya dayika xwe xemgîniya xwe anî ziman
PeyamaKurd – Şah Charlesê Sêyem, bi daxuyaniyekê ji ber koça dawî ya dayika xwe Şahjin Elizabetha Duyem xemgîniya xwe anî ziman û got: “Koça dawî ya dayîka min a xoşewîst, xwedî rûmet Şahjin Elizabetha Duyem, xema herî mezin e ji bo min û hemû endamên malbata min.”
Şah Charlesê Sêyem di daxuyaniya xwe de eşkere kir: “Ji bo koça dawî ya dayîka min a rûmetdar û xoşewîst em di şînê de ne. Ez dizanim hemû welat û welatên commonwealth û welatiyên li temamê cîhanê ji ber koça dawî ya şahjin nîgeran in.”
Şahjin Elizabetha Duyem do Pêncşemê 8ê Îlona 2022yan di temenê xwe yê 96 salî de koça dawî kir û piştî koça dawî ya Şahjina Brîtanyayê Elizabetha Duyem, kurê wê yê 73 salî Mîr Charles yekser bû Şah.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin