Sam û Rêvebiriya Xweser li ser petrolê li hev kirin

22 February 2025 22:38 0 dîtin
Sam û Rêvebiriya Xweser li ser petrolê li hev kirin

PeyamaKurd – Berdevkê wezareta petrolê yê Sûriyê Ahmed Suleyman daxwuyanî da û got ku Rêvebiriya Xweser (HSD) dest bi firotina petrolê ya ku ji sehayên di bin kontrola HSDê de dertê kiriye û difroşin hukumeta merkezî ya Şamê. Ahmed Suleyman ji bo Rûdawê gotiye:

“Hukumeta Sûriyê wê her rojê 15 hezar varêl petrolê bikire. Di navbera Rêvebiriya Xweser û hukumeta Sûriyê de peyman hat girêdan. Wê her roj 15 hezar varêl petrolê bigihînin rafîneriyên Humus û Banyasê. Petrol wê bi tankêran bê şandin.”

Ajansa Reutersê jî xeberekî wekî vêya belav kir. Ahmed Suleyman ji bo Reutersê gotiye ku petrol ji sehayên Hasekê û Dêrezorê tê. Lê di mijara miqdarê petrolê de û şertên din yên peymanê de agahî neda.