Saman Berzincî serdana Nûnertiya Herêma Kurdistanê ya li Londonê kir

16 December 2023 16:08 0 dîtin
Saman Berzincî serdana Nûnertiya Herêma Kurdistanê ya li Londonê kir

PeyamaKurd – Wezîrê Tendirustiya Herêma Kurdistanê Saman Berzincî û şanda pê re serdana Nûnertiya Herêma Kurdistanê li Londonê kir.

Di daxuyaniya nûneratiyê de hat ragihandin, Wezîr Saman Berzincî û şanda pê re serdana nûneratiyê kirine û ji aliyê Nûnerê Brîtanya yê Herêma Kurdistanê Karwan Camal Tahir ve hatine pêşwazîkirin.

Hat diyarkirin ku di hevdîtinê de rewşa heyî ya sektora tenduristiyê ya li welatên Ewropayê hatiye axaftin.

Li gorî daxuyaniyê, di hevdîtinê de bihêzkirina pêwendiyên dualî û bikaranîna pêşhatên di warê tenduristiyê yên li Ewropayê li Herêma Kurdistanê hatiye gotûbêjkirin.