SANA: Rêya M4 di navbera Hesekê û Helebê de vebû

11 December 2019 16:43 0 dîtin
SANA: Rêya M4 di navbera Hesekê û Helebê de vebû

PeyamaKurd – Ajansa fermî ya Sûriyê SANAyê ragihand ku piştî belavbûna yekîneyên artêşa Sûriyê li ser rêya M4 di navebra Heleb û Hesekê de, rê hatiye vekirin û hatûçûn serbest û ewle bûye.

Rêya M4 a navdewletî piştî êrîşên artêşa Tirkiyê û komên çekdarên girêdayî wê hatibû girtin û piştî rêkeftinên navbera Rûsya-Tirkiyê komên çekdar hatibûn vekişandin ji ser rêya M4 û biryara belavbûna hêzên Sûriyê hatibû dayîn.