Sancar: Em ji bo avakirina yekîtiyê sibe dest bi serdana partiyên opozîsyonê dikin
PeyamaKurd - Hevserokê HDPê Mîthat Sancar, di axaftina xwe ya îro 21ê Kanûnê ya koma partiya xwe ya li Parlamentoya Tirkiyê de ragihand ku ew dê ji bo gotûbêjkirina rewşa Tirkiyê û danîna yekîtiyekê bi opozîsyonê re sibe dest bi serdanên partiyên Tirkiyê bikin.
Sancar got, ji bo di bingeha rêgezan de yekîtiyekê çêbikin ew ê wekî HDP serdana partiyên opozîsyonê bikin û ragihand: “Em ê sibê serdana Partiya Saadetê bikin. Hefteya pêşiya me jî em ê serdana serokên partiyên DEVA, Pêşeroj û CHPê bikin.”
Mîthat Sancar got ku ew her roj bi derbeyeke nû hişyar dibin û wiha pê de çû: “Ev darbe siyasî dibin, civakî dibin, aborî dibin lê roj nîne ku derbe nabe. Ev îqtidar xwe bi van darbeyan li ser piya digire. Xwe bi van rêbazan bi rê ve dibe. Duh bi şev darbeyek nû qewimî. Ev jî dearbeya aboriyê ye. Di rojên dawî de dolar, Euro û zêr her ku diçe biha dibin. Lîreyê tirk jî nirxê xwe winda dike. Lê îqtidar bi israr polîtîkayên şaş ên aboriyê bi rê ve dibe. Vê îqtidarê ji xwe re rêbazek dîtiye. Tevahiya aboriyê xistine bin kontrola xwe. Lîreyê tirk û hemû aboriyê girêdane dovîzê. Ev kes îdia dikin ku xwecihî û xwemalî ne, lê niha jî hemû aboriyê girêdane pereyê biyanî. “
Sancar li ser serdana partiyên opozîsyonê jî got: “Ji sibê û pê ve em ê pêşniyarên xwe yên li ser xalên bingehîn ên di asta çar partiyan û hevserokatiyê de pêşkêşî aliyên opozîsyonê bikin. Sibe em ê bi hevseroka xwe Pervîn Buldan re serdana Partiya Saadetê bikin. Hefteya bê em ê bi serokên Partiya DEVA, Partiya Pêşerojê û Partiya Gel a Komarî (CHP) re hevdîtin bikin. Vexwendname ji me tê, armanca me ew e ku di her warî de li dora prensîbên bingehîn yekîtiyê peyde bikin. Mafê kesî nîne ku li qada lîstikê ya ku ji hêla desthilatdariyê ve hatiye damezrandin bimînin. Ev welat yê me hemûyan e. Em ê hemû bi hev re bi ser bikevin. Wê sala 2022yan bibe sala serkeftina me.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin