Sanda bilind a Qeterê çû Samê
PeyamaKurd – Yekemîn şanda bilind a Qeterê piştî 13 salan gihişt paytexta Sûriyê Şamê. Di şandê de Wezîrê Karên Derve yê Qeterê Dr. Mihemed bin Ebdulezîz bin Salih el-Xelîfî serokatî kirbû.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Qeterê da hat destnîşankirin ku ev serdan têkiliyên biratiyê yên di navbera Qeter û Sûriyeyê da xurt kir. Colanî (Şara) di daxuyaniya xwe ya piştî hevdîtinê de got, "Qeter eleqeya xwe ji veberhênanên enerjiyê yên li Sûriyeyê di pêşerojê de nîşan da."
Wezîrê Karên Derve yê Qeterê Mihemed Bin Ebdulezîz El-Xelîfî bi serokê HTŞê yê Sûriyeyê Ehmed El Şara re hevdîtin kir.
Di daxuyaniya Qeterê de bal hat kişandin ser wê yekê ku ev serdan têkiliyên biratî yên di navbera Qeter û Sûriyeyê de xurtir kir û hat diyarkirin ku Qeter wê piştgiriya xwe ya ji bo serwerî, serxwebûn û yekîtiya axa Sûriyeyê bidomîne.
Herwiha hat diyarkirin ku ji bo gelê Sûriyeyê di nava pêşketin, aştî û aramiyê de bijî wê xebat bên kirin.
Şara di daxuyaniya xwe ya piştî hevdîtinê de got, "Qeter eleqeya xwe ya ji bo veberhênanên enerjiyê yên li Sûriyeyê di pêşerojê de nîşan da."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin