Sanda DEM Partiyê ji aliyê Bahçelî ve li ber derî hate pêswazîkirin: Ahmet Turk tizbîya kehrîbar diyarî kir

02 January 2025 16:40 0 dîtin
Sanda DEM Partiyê ji aliyê Bahçelî ve li ber derî hate pêswazîkirin: Ahmet Turk tizbîya kehrîbar diyarî kir

PeyamaKurd - Şanda Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku ji heyeta parlamenterên DEMê Sirri Sureyya Onder, Pervîn Buldan û siyasetmedar Ahmet Turk pêk dihat piştî serdana 28ê Kanûna 2024an a Abdullah Ocalan, îro dest bi gera hevdîtinên bi partiyên parlamentoyê re kir.

Şanda DEM Partiyê, pêşî li parlamentoyê serdana Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Nûman Kurtulmuş kir û derbarê hevdîtina Ocalan de danûstandin pêk anî. Piştî hevdîtina ku 45 xulekan dom kir, şandeyê da zanîn ku hevdîtin baş derbas bûye.

Suriyya Onder da zanîn, wan di derbarê hevdîtina ku li Girava Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re kiribûn, Numan Kurtulmuş agahdar kirine û ew dê bi nûnerên hemû partiyên parlamenê re li ser mijarê bicivin.

Şanda DEMê piştre jî li parlamentoyê serdana Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî kir ku ji meha Cotmeha borî ve banga hevdîtinên ligel Abdullah Ocalan dikir.

Devlet Bahçelî şanda DEM Partiyê li ber deriyê odeya xwe ya parlamentoyê pêşwazî kir û paşê derbasî civînê bûn. Piştî civîna bi qasî 40 xulekan dewam kir, Onder ji rojnamevanan re ragihand ku hevdîtin baş derbas bûye..

Ahmet Turk, tizbîya kehrîbar da Bahçelî

Herwiha hate zanîn ku Ahmet Turk jî tizbeheke kehrîbar wekî diyarî daye Devlet Bahçelî.

Bahçelî, beriya niha bang kiribû Abdullah Ocalan were parlamentoyê û di koma DEM Partiyê hilweşandina rêxistina PKKê ragihîne û ji mafê hêviyê jî sûdê bistîne daku were azadkirin.