Sanda Saziya IAEAyê, diçe santrala Zaporijyayê
PeyamaKurd- Şanda teknîkî ya Saziya Enerjiya Atomî ya Navneteweyî (IAEA), ligel Serokê saziyê Rafael Mariano Grossi, ji bo derbasî santrala nukleerî ya Zaporijyayê bibin, bi rê ketin.
Serdana ku çend roj in ji aliyê raya giştî ya cîhanê û Ukraynayê ve tê payîn, bi qonaxa dawîn re êdî hat diyarkirin ku dê bikaribin derbasî santrala nukleerî ya Zaporijyayê bibin.
Hat ragihandin ku Serokê Saziyê Rafael Mariano Grossi û şanda ligel wî, beriya derbasbûna santralê, derbasî otêlekê bûne û hêzên Ukraynayê, maşînên ku dê şand pê derbasî santralê bibe, ji bo ewlehiyê bi dedektoran kontrol dikin.
Di agahiyên hatin parvekirin de hat diyarkirin ku endamên şandê, beriya ji otêlê veqetin, êlegên pola yên ku li ser ‘Neteweyên Yekbûyî’ dinivîsî, li xwe kirine. Hat zanîn ku Serokê Saziyê Grossi, beriya ji orêlê veqetin; li ser mijarê daxuyaniyek daye û gotiye,
“Peywireke gelek girîng li ber me ye û divê em wê peywira xwe bi cih bînin. Em ê demildest li ser ewlehiya santralê dest bi nirxandinan bikin.”
Hat ragihandin ku piştî civînê, şanda teknîkî, di nav konvoya polîsên Ukraynayê de berê xwe daye Zaporijyayê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin