Sanda Îsraîlê ji bo gotûbêjên agirbestê diçe Misrê

25 August 2024 16:01 0 dîtin
Sanda Îsraîlê ji bo gotûbêjên agirbestê diçe Misrê

PeyamaKurd – Rojnameya Îsraîlî Haaretz ragihand ku şanda Îsraîlê ya bi seroktiya Serokê MOSSADê David Barnea, ji bo gotûbêjên agirbesta Şerîda Xezayê û pevguhertina dîlan îro serdana Misrê dike.

Hevdîtinên agirbesta Xezayê di bin siya êrîşên Hizbullahê û Îsraîlê de bi rêya navbeynkaran dewam dikin û Haartzê daye xuyakirin, dê tevî êrîşan jî serdana şandê ya bo Misrê pêk were.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Tevgera Hemasê ku beşdarî hevdîtinên agirbestê yên li Dohayê nebûbû, şevê din şanda wê gihîştibû Misrê daku bi navbeynkaran re bicive.

Hate zanîn ku endamê Buroya Siyasî ya Hemasê Xelîl el-Hayya tevî şandeke bilind ji bo danûstandinên agirbestê li Qahîreyê ye.