Sanda Îsraîlê ji bo rêveberiya Biden biryara ser Îranê vegerîne diçe Washingtonê
PeyamaKurd – Hikûmeta Îsraîlê şanda ku wê ji bo gotûbêjkirina mijara vegera Amerîkayê li peymana nukleerî ya Îranê biçe Washingtonê agahdar kir ku ew vegera li peymanê red dikin.
Desteya Weşanê ya Îsraîlê (Mekan) ragihandiye ku rêveberiya siyasî perspektîf dane rayedarên ewlehiyê yên ku dê biçin Washingtonê û ji wan re gotine, Îsraîl lihevkirina nukleerî ya bi Îranê re red dike.
Çavkaniyekî siyasî gotiye, serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di civîna doh de teqez kir ku welatê wî ji bo lihevkirina nukleerî ne pabend e û tenê dilsozê berjewendiyên xwe yên ewlehiyê ye û dê li gorî vê tenê kar bike û azadiya xebatên xwe biparêze.
Biryare hefteya bê sererkanê Îsraîlê, serokê MOSADê û serokê Encûmena Ewlehiya Îsraîlê li Washingtonê bi hemkarên xwe re bicivin û li ser danûstandinên Viyanayê yên derbarê peymana nukleerî ya ligel Îranê de gotûbêjan bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin